Senatoyê du pêsniyarên vekirina hikûmeta Amerîkayê red kirin

25 January 2019 19:45 0 dîtin
Senatoyê du pêsniyarên vekirina hikûmeta Amerîkayê red kirin

PeyamaKurd – Du pêşniyarên ku ji bo vekirina beşek ji hikûmeta Amerîkayê ya ji ber budçeya dîwarê Meksîkayê hatiye girtin, li senatoya Amerîkayê hatin redkirin.

Demokratan û Komarîyan du pêşniyarên ji bo vekirina beşa girtî ya hikûmetê pêşkeşî senatoyê kirin, lê senatoyê bi hinceta ku bijardeyên cuda yên çareseriyê navbera wan û Koşka Spî de hene, pêşniyar red kirin.

Hêjayî gotinê ye, ji ber çêkirina dîwarê sînorê Meksîkayê û derneketina budçeyê ji kongreyê, Serokê Amerîkayê Donald Trump beşek ji hikûmeta Amerîkayê asê kiribû ku 34 roj in, gelek dezgehên dewletê kar nakin.