Serbest Lezgîn, serdana Serokwezîra Îtalyayê nirxand
PeyamaKurd- Alîkarê Wezîrê Berevaniya Herêma Kurdistanê Serbest Lezgîn, serdana Serokwezîra Îtalyayê ji bo K24ê nirxand. Lezgîn da zanîn ku dibe Îtalya hejmara şêwirmendên xwe li Herêma Kurdistanê zêde bike.
Serbest Lezgîn, di nirxandinên xwe yên serdana Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni de diyar kir ku di sala bê de Îtalya dê hejmara şêwirmendên xwe yên serbazî yên li Herêma Kurdistanê zêde bike û da zanîn ku nîşane jî ew e ku pêwendiyên xurt di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê de hene ku gelek caran jî rayedarên din ên Îtalyayê serdana Herêma Kurdistanê kirine.
Cîgirê Wezîr bi berdewamî eşkere û got ku “Di warê serbazî de pêgeheke girîng a Îtalyayê heye ku yek ji endamên çalak ên NATOyê ye. Em wek Wezareta Pêşmerge, bi serdana Serokwezîra Îtalyayê ya ji bo Herêma Kurdistanê kêfxweş in. Îtalyayê di sala 2014 û 2015an de roleke bi bandor di rûbirûbûna IŞÎDê de lîstiye.”
Her wiha Lezgîn di nirxandinên xwe de bal kişand ser pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê û got,
“Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalyayê, di asteke gelek baş de ne. Beriya niha çend caran Serokê Herêmê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, serdana Îtalyayê kirine. Erdnîgariya Herêma Kurdistanê ji bo Îtalyayê gelek girîng e, ew pêkvejiyan û seqamgîriya ku li Herêma Kurdistanê heye, xaleke bihêz e, loma welatên cîhanê dixwazin pêwendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê bi pêş ve bibin. Îtalya jî yek ji wan welatan e ku dixwaze ligel Herêma Kurdistanê pêwendiyên xwe bi pêş bixe.”
Serbest Lezgîn ragihand ku di çend salên borî de Îtalyayê çen caran çek dane Hêzên Pêşmerge û di nav wan çekan de tank û doçka hene. Lezgîn, rola sereke ya rahênana Îtalyayê ya ji bo Hêzên Pêşmerge jî nirxand û got,
“Wekî ku em agahdar in, tîma şêwirmendên Îtalyayê dixwaze di perwerdehî û rahênana Hêzên Pêşmerge de berdewam be.”
Cîgir Serbest Lezgîn bal kişand ser metirsiya terorê ya li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê û diyar kir ku metirsiya terorê li Iraqê berdewam e û dibe ku di sala bê de hejmara şêwirmendên Îtalyayê yên li Herêma Kurdistanê were zêdekirin da ku asta Hêzên Pêşmerge were bilindkirin û da zanîn ku ev yek jî armanca Hevpeymanan e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin