Serbest Lezgîn: YNKê, rêkeftina siyasî ya bi PDKê re cîbicî nekiriye

09 January 2023 17:30 0 dîtin
Serbest Lezgîn: YNKê, rêkeftina siyasî ya bi PDKê re cîbicî nekiriye

PeyamaKurd- Berpirsê Rêxistina Hewlêrê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Serbest Lezgîn ragihand ku YNKê rêkeftina xwe ya siyasî ligel PDKê, wekî ku dihat xwestin, cîbicî nekiriye.

Serbest Lezgîn, îro bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) di kabîneya nehem de ji para xwe zêdetir, post wergirtine.

Lezgîn, ji bo K24ê got ku “Heger em rêkeftina siyasî ya di navbera YNK û PDKê de hatiye destnîşankirin binirxînin, em ê bibînin ku YNKê wekî tê xwestin pabendî prensîp û xalên di rêkeftinê de nebûye. Em wekî PDKê ji vê mijarê gelekî nîgeran in.

Rêkeftina YNK û PDKê ya ji bo pêkanîna Kabîneya Nehem bi zêde hatiye cibicîkirin, ji ber ku YNKê li gorî encamên hilbijartinan zêdetir postên xwe di hikûmetê de wergirtine. Em her dem amade ne ku ligel YNK û hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bicivin û gotûbêjan bikin.”

Serbest Lezgîn bi berdewamî diyar kir ku YNKê jî wekî hevbeşê sereke yê PKKê bi nav kir û da zanîn ku pêwîst e pirsgirêkên di navbera PKK û YNKê de, bi rêya diyalogê bên çareserkirin.