PDK û YNKê rêkeftina siyasî îmze kirin

04 March 2019 18:34 0 dîtin
PDK û YNKê rêkeftina siyasî îmze kirin

PeyamaKurd - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)  rêkeftineke siyasî di navbera xwe de îmze kirin.

Îro şanda bilind a PDKê û YNKê li Hewlêrê li baregeha Polîtburoya YNKê civiyan û li ser dabeşkirina postan rêkeftin û her yek ji Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl rêkeftin îmze kirin.

Sekreterê Polîtboruya PDKê, Fazil Mîranî: Piştî rêkevtina PDK û YNKê divê parlamento dest bi karê xwe bike û yasaya serokatiya herêmê sererast bike. Herî destpêkê divê em Serokê Herêma Kurdistanê hilbijêrin.

 Berdevkê PDKê, Mehmûd Mihemed: Rêkevtina îro ya PDK û YNKê bo tifaq û yekrêziya gelê Kurdistanê ye. Em hêvî dikin ev rêkevtin bibe sedema aramiyê li Kurdistanê.

Berdevkê YNKê, Letîf Şêx Omer: PDK û YNKê bi bawerî  îro ev rêkevtin îmze kirin Pirsa Kerkukê bi xwesteka herdu aliyan hatiye çareserkirin.  

Şanda PDKê ji Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, Kandîdê PDKê bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê Mesrûr Barzanî, Sekreterê Polîtburoyê Fazil Mîranî û endamên Polîtburoyê Huşyar Zêbarî, Azad Berwerî, Roj Nûrî Şaweys û Cafer Îminkî pêk hatibû.

Şanda YNKê ji Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl, Hakim Qadir Hemcan, Erselan Bayîz, Îmad Ehmed, Qubad Talebanî, Cafer Şêx Mustefa, Omer Fetah, Seidî Ehmed Pîre, Letîf Şêx Omer, Ednan Heme Mîne, Rizgar Elî û Lahor Cengî pêk hatibû.

Civîna îro ya PDK û YNKê piştî wê yekê hat, doh Serok Barzanî pêşwazî li şandeke YNKê bi serokatiya Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl û du endamên Polîtburoya wê partiyê kiribû û li gor daxuyaniyeke hevbeş, di wê civînê de tekezî li ser karê cidî û berdewamiya rêkeftinê kirin, bo damezrandin û bihêzkirina sazî û dezgehên Kurdistanê kirin

 

a