Serdana Erdogan a Amerîkayê ketiye xeterê

30 October 2019 20:26 0 dîtin
Serdana Erdogan a Amerîkayê ketiye xeterê

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku ji aliyê Serokê Amerîka Donald Trump ve bo Amerîkayê hatibû vexwendin ku çav li rê bû 13ê Mijdarê pêk were ketiye xeterê.

Bi taybet ji ber berdewama êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê û binpêkirina agirbesta 17ê Cotmehê hatibû ragihandin û li Meclîsa Nûneran qebûlkirina dorpêçên ser Erdogan û tîma wî ya rêveberiya Tirkiyê, ev serdan jî ketiye xeterê.

Hêj ku ji aliyê Amerîkayê ve bi fermî serdana Erdogan nehatiye ragihandin, Erdogan jî îro piştî gotara xwe ya parlamenê ku rexneyên tund li Ewropa û Amerîkayê girtin li ser serdana çaverêkirî da xuyakirin, ‘Min hîn biryara xwe nedaye. Pirsgirêk heye.’

Erdogan ji bo biryarên Meclîsa Nûneran a Amerikayê yên pênasekirina ‘Qirkirina Ermenan’ û dorpêçên ser Tirkiyê jî got: “Yên dîroka wan, tijî tevkujî, zordestî, dagîrkerî ye mafê wan ê axaftinê beramberî Tirkiyê nîn e.”