Di serdana Erdogan a Amerîkayê de li ser masê çi hene?
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo beşdarî Civîna 78emîn a Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe dê îro biçe Amerîkayê.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Midûriyeta Ragihandinê ya Tirkiyeyê ve hat dayîn de hat eşkerekirin, Erdogan wê di navbera 16-20ê Îlonê de ji bo beşdarî hevdîtinên giştî yên 78emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya ku li New Yorkê bê kirin serdana Amerîkayê bike.
Axaftina Erdogan wê di bin sernavê "Vegerandina Baweriyê û Vejîna Hevgirtina Cîhanê: Lezkirina Tevgerên Berbi Rojeva 2030an û Hedefên Pêşketina Berdewam a ji bo Aştî, Refet, Pêşketin û Berdewamiya Herkesî" bê kirin. Hat ragihandin ku ew ê di 19ê Îlonê de di roja ewil a nîqaşên giştî yên Lijneya Giştî de li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî biaxivin.
Herwiha tê çaverêkirin ku di dema mana xwe ya li New Yorkê de, gelek têkilî û hevdîtinên wî yên di asta bilind de, bi taybetî ligel hevtayên xwe pêk bîne.
Erdogan bi munasebeta vê serdanê wê beşdarî çalakiyên ku hemwelatî û hevwelatiyên li Amerîkayê dijîn, nûnerên cîhana karsazan, rayedarên saziyên ramanê û berpirsên raya giştî yên beşên cuda yên civaka Amerîkayê beşdar bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin