Serdana Netanyahu ya Tirkiyeyê, hat bipasxistin

23 July 2023 19:00 0 dîtin
Serdana Netanyahu ya Tirkiyeyê, hat bipasxistin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê ku di dilê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de peyda bûn, serdanên wî yên Tirkiye û Qibrisa Başûr hatin bipaşxistin.

Di agahiyên ku ji aliye ofîsa Serokwezîrtiya Îsraîlê de hatin dayîn de hat diyarkirin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji dilê xwe emeliyat bûye û bi vê operasyonê di dilê wî de pîl hatiye bicihkirin.

Hat destnîşankirin ku ji ber vê sedema tenduristiyê ya Netanyahu, serdanên wî yên ku dê vê hefteyê ji bo Tirkiye û Qibrisa Başûr pêk bihatana, hatine taloqkirin.

Li gorî zanyariyan, tê payîn ku Netanyahu îşev ji nexweşxaneyê derkeve û li mala xwe demek bêhina xwe vede.