Serdozger di derbarê Selahattin Demirtas de peyam da
PeyamaKurd- Serdozgeriya bajarê Edirneyê li ser mijara tenduristiya serokê berê yê HDP ê Selahattin Demirtaş de ku niha di zîndana Edirneyê de ye, peyamekî da. Serdozgerî dibêje ku di 26 ê meha borî de, siet di 05.30 an de bo wezîfedarên zîndanê bang hatiye kirin û wezîfedar çûne hundir û weha dewam dike:
“Piştî hat gotin ku Demirtaş nexweş ketiye, bê navber li 112 ya Xizmeya Lezgîn geriyane. Tîmên Xizmeta Lezgîn siet di 05.42 yan de hatiye. Doktor kontrola wî kiriye. Doktor jê re gotiye ku ew dikare wî bişîne nexweşxanê lê Demirtaş gotiye ku ew başe û nexwestiye here nexweşxanê. Paşî jî tîma 112 ê ji ciyê bûyerê çûye. Di heman rojê de Demirtaş ji aliyê doktorê dezgeyê de hatiye muayyenekirin, EKG û destketiyên vital normal bûne. Bi armanca kontrolê hatiye pêşniyarkirin da sewqa wî bo beşên norolojî, kardiyolojî ve gastroenterolojiye bêkirin.”
Di beyana serdozgeriyê de dibêje ku di heman rojê de bi nexweşxaneya Tibê ya Zankoya Trakyayê re axifîne, dest bi sitendina randevuyan kirine û plana ewlekariya Demirtaş kirine. Bi sedema ewlekariyê her tiş bi dizî hatiye kirin û di 2 yê mehê de hatiye sewqkirin bo nexweşxanê. Di beyanê de pêvajoya nexweşxanê weha tê îzahkirin:
“Serok û pisporên beşên Kardiyolojî, norolojî, gastroenterolojî û beşa nexweşînên singî Demirtaş muayene kirine, piştî tetkîkên labaratuwarê encameka ku jiyana wî di talûkê de nîşan dide nehatiye dîtin. Li ser wesiyeta pispor û serokên beşên nexweşxanê, çi rê dane ber Demirtaş, plan kirine û plana doktoran bi hezir tînin cîh. Kontrolên daîmî dewam dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin