Serdozgeriyê îtiraz li biryara tehliyekirina Demirtas kir
PeyamaKurd – Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê, îtiraz li biryara Dadgeha Cezayê Giran a 19emîn a Enqerê kir ku doh bi yekdengî biryar dabû Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş were tehliyekirin.
Heyeta Dadgeha Cezayê Giran a 19. li Enqerê, doh li ser doza sereke ya Demirtaş ku 142 sal ceza jê re tê xwestin, biryara tehliyekirina wî derxistibû û ji ber sepandina cezayekî din ê 4 sal û 8 mehan jî Demirtaş nehatibû berdan.
Parêzerên Demirtaş jî dabûn xuyakirin ku Demirtaş 2 sal 10 mehan di girtîgehê de ye û lewma jî divê ji ber dema li girtîgehê maye li ber çavan bê girtin, pêwîste bê berdan û daxwazname ji bo berdana wî amade kiribûn.
Serdozgeriyê daxwaz ji dadgeha biryar daye kir, bi hinceta ku Demirtaş ji sûcên li dijî destûra bingehîn tê darizandin û gumana sûckirinê zêde ye, divê neyê berdan û girtî bimîne.
Dê serlêdana serdozgeriyê li dadgeha bilind were nirxandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin