Trump: Em ê li biryara doza 'para bêdengiyê' îtiraz bikin
PeyamaKurd – Piştî duh hate ragihandin ku Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump di doza ku bi tawanbariya “ji bo bêdeng bimîne pare daye stêrka pornoyê ya berê Stormy Daniels” ku di raya giştî de wek doza “Para bêdengiyê” tê zanîn dihate darizandin de sûcdar hate dîtin, ragihand ku ew ê îtîrazê li biryarê bikin.
Donald Trump, bi vê biryara dadgehê bû yekem Serokê DYA yê ku di dozekê de sûcdar hatiye dîtin.
Pisporên dadê destnîşan dikin ku ji bo îtîrazê bike divê Donald Trump li benda rûniştina 11ê Tîrmehê ya ku wê cezayê wî aşkerekirin bimîne.
Serokê berê yê DYAyê Donald Trump li Kuleya Trump a li Manhattan a New Yorka DYAyê daxuyanî da çapemeniyê û giliyên xwe ragihand.
Trump got: “Ev biryar, ji bo pêşîlêgirtina min a vegera Koşka Spî hate dayîn û ji ber vê yekê ev hewleke siyasî ye. Ger dikarin tiştekî wiha li min bikin, ew ê dikarin li her kesî bikin. “Trump ji bo biryara dadgehê peyva “Nêçîra sêrbazan” bi kar anî.
Lijneya Dadgehê ya ku ji 12 kesan pêk tê, li New Yorkê, li ser vê mijarê du rojan nîqaş kir û bi yekdengî Trump ji 34 dosyeyan sûcdar dît.
Rûniştina ku wê cezayê Trump bê eşkerekirin wê di 11ê Tîrmehê de bê dîtin.
Dibe ku serokê berê yê DYAyê Donald Trump bi cezayê girtîgehê re rû bi rû bimîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin