Trump ji doza 'para bêdengiyê' sûcdar hate dîtin

31 May 2024 12:51 0 dîtin
Trump ji doza 'para bêdengiyê' sûcdar hate dîtin

PeyamaKurd Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump di doza “Para bêdengiyê” de sûcdar hate dîtin.

Trumpê di doza ku bi ‘sextekirina delîlan’ hate tawanbarkirin de bi tawanbariya ku pareyên daye stêrka pornoyê Stormy Daniels veşartiye ceza xwar.

Yekem serokê DYA yê ku bi tawanekî hate mehkûmkirin

Bi vî awayî Donald Trump, bû yekem serokê DYA yê ku ji ber tawanekî hate mehkûmkirin.

Lijneya Dadgehê ku ji 12 dozgeran pêk tê, li New Yorkê, du rojan li ser vê mijarê nîqaş kirin û di encamê de bi yekdengî Trump ji her 34 tawanên ku jê re hatine destnîşankirin tawanbar dîtin.

Rûniştina ku wê cezayê Trump tê de bê eşkerekirin wê di 11ê Tîrmehê de bê dîtin.

Dibe ku serokê berê yê Dewletên Yekbûyî bi cezayê girtîgehê re rû bi rû bimîne lewre pisporên darazê diyar dikin ku egera Trump cezayê girtîgehê bixwe heye.

Trump, di hilbijartinên Serokatiya DYAyê yên meha Mijdarê de bêne kirin de berendamê Komarparêzan e, lê belê ev biryar wê egerê derxist holê ku beşdarî hilbijartinan nebe.

Trump: Ev şerm e

Serokê berê yê DYAyê di derbarê biryara dadgehê de peyamên kurt da û vê biryarê weke "şerm" bi nav kir.

Trump, pêvajoya darizandinê rexne kir û angaşt ku neheqî lê hatiye kirin. Trump got: “Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”

Trump bersiva pirsên rojnamevanan neda û tenê got: “Hê bi dawî nebûye.”