Serma bajarê Ardahanê daket bin sifrê 18,5 pileyan
PeyamaKurd – Li gor hesabê mîladî demsala Baharê hatiye û 12 roje ku Baharê lê li gor hesabê Kurmancî hêj 2 roj maye ku Zivistan biqede. Li gor hinekan Bahar hatiye û li gor Kurmanciyê; hêj Bahara nehatiye û Zivistane.
Nîşana Zivistanê ya herî rast ewe ku li bajarê Ardahanê li navça Goleyê dereca sermayê daketiye bin sifrê 18,5 pileyan. Dar qeşem girtine, ban bi şembelîlkan xemilîne û rê cemedin. Avên çeman hemû bûz girtine.
Lê dewama berf, serma û cemedê, ji bo hemwelatiyan gelek zahmete ji ber terş û tareşên wan hene û di şertên Zivistanê de xwedîkirina heywanan zahmete.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin