Serma Ardahanê 32 derece ket binê sifrê (-32C)
PeyamaKurd – Li Bakûrê Kurdistanê her diçe serma zêde dibe û jiyana xelkê bi zahmet dikeve. Li bajarê Ardahanê li navça Goleyê dereca sermaye ket binê sifrê 32 dereceyan. Jiyana xelkê li derve û nava malê de gelek bi zahmetî ketiye.
Li navçê gelek erebe ji ber qeşayê nexebitîn û hetta meşa nava gundan û kolanên bajêr rawestiya.
Li navenda Ardahanê termometre -25 derece, li navça Goleyê -32 derece, li navça Çildirê -30,7 derece, li Posofê -15 derece, li navça Damalê -20,5 derece û li navça Hanakê -28,3 derece nîşan da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin