Agirî ket binê sifrê 28 pileyan

25 December 2021 23:28 0 dîtin
Agirî ket binê sifrê 28 pileyan

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Agiriyê pileya sermaye bilind bû û ket binê sifrê 28 pileyan. Li agiriyê her sal di mehên zivistanê de bi berfê re serma destpêdike. Temamê newal û çem bûz girtin û li bajêr bi xaniyan ve şembelîlk çêbûn.

Hemwelatî ji bo erebeyên xwe ji sermayê biparêzin battaniyeyan avêtin ser wan. Ji ber sermaye di wexta serê sibê de deriyên erebeyan ji bûzê nehatin vekirin.