Karkerên saredariya Colemêrgê di bin sifrê de di 15 pileyan de xebitîn

24 December 2021 01:52 0 dîtin
Karkerên saredariya Colemêrgê di bin sifrê de di 15 pileyan de xebitîn

PeyamaKurd – Li bajarê Colemêrgê şebeka ava vexwarinê ya bajêr ariza da û karkerên şaredariyê ji bo xelkê jîngehê bê av nemîne, di şertên sermayê de, di bin sifrê de, di pileya 15 an de xebitîn.

Bi sedema ku serma bajêr li derve zêde bû, ji bo xelk ji bê aviyê perîşan nebe, carna ji xwe re agir dadan û xwe germ kirin. Rêvebirên şaredariyê yên beşa avê û kanalîzasyonê weha gotin:

“Şebeka avê û kanalîzasyonê ji ber serma zêde, hema her roj ariza didin, borî diteqin û boriyên avê cemed digrin. Ji bo xelk perîşan nebe, di wexteka kurt de tîmên me mudaxeleyî arizayan dikin. Ji vê xebatê em û hemwelatî tev razîne. Tîmên me bi sermaye re têdikoşin û li hinek ciyan ji xwe re agir vêdixin.”