Li Sêwasê pileya germê bi 22.8 pileyan daket bin sifrê
PeyamaKurd – Zivistana Kurdistanê ji nûh de xwe dubare dike û îro germa bajarê Sêwasê bi 22.8 pileyan daket bin sifrê. Bilindbûna dereca sermaye ji ber barîna berfa zêde ye. Serma herî zêde li Sêwasê li Altınyaylayê çêbû. Her derê bajêr bûz girtiye û hemwelatî ketine şertên zahmet. Sêwas bi xwe bajarê dawî yê Kurdistanê ye û di sînor de ye.
Ciyê ku heywan lê avê vedixwun jî bû cemed û ji bo heywanan jî pirsgirêkên mezin çêbûn.
Herkes şaş maye bê di dawiya zivistanê de ew çend serma çawa çêdibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin