Termometre di bin sifrê de 56 (-56) derece nîsan da
PeyamaKurd – Li Rûsya serma zêde bû û termometre heya bin sifrê 56 derece nîşan da. Hat ragihandin ku wê serma hêj zêdetir bibe.
Serma zêde li Rûsyayê li devera Sibiryayê li Yakutistanê hetiye binê sifrê 56 dereceyî. Li bajarê Yakutskê serma ketiye binê sifrê heya 44-47 dereceyan. Li navça Oymyakonê ber destê êvarê serma daketiye bin sifrê 56 derceyan (-56).
Li gor ragihandina rêvebiriya meteorolojiye ya Rûsyayê; bi sermaye re, wê li deverên perçê Ewrûpayê, Ûralê û Sîbîryayê cemed jî xwe nîşan bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin