Serok Barzanî, Balyoza Brîtanyayê ya Hewlêrê pêswazî kir
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji Ofîsa Serok Barzanî hatin ragihandin, Serok Mesûd Barzanî, îro pêşwaziya Balyoza nû ya Brîtanyayê ya Hewlêrê û şanda ligel wê kir.
Hat diyarkirin ku Serok Barzanî, pîrozbahiya destbikarbûnê li Balyoza nû ya Brîtanyayê ya Hewlêrê Rosy Cave kir û di kar û barên wê de hêviyên serkeftinê araste kir.
Li gorî hat ragihandin ku di hevdîtinê de pêwendiyên dîrokî yên navbera gelê Kurdistanê û Brîtanyayê hatine nirxandin û hatiye diyarkirin ku ew van pêwendiyan bi girîngî dinirxînin.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat eşkerekirin ku Serok Barzanî spasiya Brîtanyayê kir ku di şerê li dijî terorîstên IŞÎDê de di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî de hevkar û piştevanên hêzên Pêşmerge bûne.
Her wiha hat diyarkirin ku rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê jî yek ji mijarên hevdîtinê bûye û Serok Barzanî di derbarê hilbijartinên pêş ên Herêma Kurdistanê de tekezî li ser wê yekê kir ku berjewendiya Kurdistanê û pirsa rewatiyê, di ser hemû berjewendiyên partîbûyînê re ye û diyar kir ku divê îsal hilbijartin bên kirin.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat eşkerekirin ku pêngavên çaksaziyê yên di nav hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de û pêwîstiya berdewamiya hevahengiya di navbera civaka navneteweyî de ji bo rûbirûbûna metirsiyên terorê, mijarên din ên civînê bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin