Serok Barzanî bi Balyozê Swêdê yê Ii Iraqê re civiya
PeyamaKurd – Serok Barzanî bi Balyozê Swêdê yê Ii Iraqê re civiya û spasiya Swêdê kir ku berdewam li gel êş û azarên gelê Kurdistanê hevsoz bûye û rojên teng de alîkariya hemwelatiyên Kurdistanê kiriye.
Serok Mesûd Barzanî, îro 23yê Cotmeha 2021ê li Selahadîn pêşwazî li Balyozê nû yê Swêdê yê li Iraqê Jonas Loven kir û di hevdîtinê de Balyozê Swêdê di şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de pesnê rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û pêzanînên wî ji bo Herêma Kurdistanê hebû ji ber alîkariya ji koçber û penaberan û lêqewmiyan daye.
Balyozê Swêdê amaje bi rola dîasporaya Kurd a di berfirehkirina pêwendiyên her du aliyan kir û hêvî xwest ku pêwendiyên di navbera welatê wan û Herêma Kurdistanê di warê aborî de jî pêş bikevin.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî jî spasiya Swêdê kir, ku berdewam li gel êş û azarên gelê Kurdistanê hevsoz bûye û di rojên teng de alîkariya hemwelatiyên Kurdistanê kiriye.
Serok Barzanî wekî ku pêşwazî li pêşxistina pêwendiyên her du aliyan kir, di kar û erkên wî de jî hêviya serkeftinê ji bo balyozê nû yê Swêdê li Iraqê xwest.
Herwiha metirsiya terorê li ser seqamgîriya cîhanê û tekoşîna dijî teror û tundiyê mijareke din a vê hevdîtinê bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin