‘Serok Barzanî bi biryar e ku Pêsmerge bibe hêzeke yekgirtî û nistimanî’

11 May 2019 16:45 0 dîtin
‘Serok Barzanî bi biryar e ku Pêsmerge bibe hêzeke yekgirtî û nistimanî’

PeyamaKurd - Serokê Desteya Şêwirmendan a Wezareta Pêşmerge Lîwa Salar Cebarî ragihand, karê berdewam ji bo yekxistina Hêzên Pêşmerge tê kirin û Serok Mesûd Barzanî jî yekem kes bû ku ew daxwaza wê yekê kiriye û pêşniyar kiriye û niha jî bi biryare li ser wê yekê ku Pêşmerge bibe hêzeke yekgirtî û niştimanî.

Lîwa Salar Cebarî ji ji medya Kurdistanê Kurdsitanê re axivî: “Hevpeymaniya Navdewletî berdewam alîkariya Hêzên Pêşmerge dike di perwerdeya leşkerî de û di peydakirina pêdviyên serbazî de, herwiha di reform û çaksaziyan de jî hemû alîkariyan pêşkêş dikin û ew pirose berdewam e û beşek ji xalên wê hatine cîbicîkirin.”

Cebarî wiha got: “Bi fermana Serok Barzanî karkirin ji bo yekxistina hêzên 70 û 80 berdewam e û Serok Barzanî rijd e li ser wê yekê ku hêzên Pêşmerge hev bigrin. Ew hizra yekgirtina hêzên Pêşmerge ya Serok Barzanî ye û Serok Barzanî yekem kes bû ku daxwaza wê yekê kir.”

Lîwa Salar Cebarî wiha domand: “Karê berdewam ji bo yekxistina Hêzên Pêşmerge tê kirin û li ser raspardeya Serok Barzanî jî dê hêzên Pêşmege bibin hêzeke yekgirtî û niştimanî.”