Serok Barzanî bi heyeta siyasî ya Iraqê re muzakereyan gotûbêj kir

10 July 2021 19:17 0 dîtin
Serok Barzanî bi heyeta siyasî ya Iraqê re muzakereyan gotûbêj kir

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi serokê Koalîsyona Cephe ya Wetenê, Xemîs Xencer û heyeta pê re li ser muzakereyên Hewlêrê û Bexdayê axifîn. Di hevdîtinê de her dû teref li ser pêşdeçûnên siyasî yên li Iraqê, li herêmê û muzakereyên Hewlêrê û Bexdayê axifîn.

Di hevdîtinê de her dû teref behsa hilbijartinên di pêş de kirin. Rakirina ji holê ya faktorên ku derbê li pêvayoya siyasî dixin, temîna îstîqrarê û çareseriya siyasî û girîngiya koordinasyona navbera terefan mijarên hevdîtina her dû terefan bûn.