Serok Barzanî bi peyamekê sersaxî li malbat û kesûkarên dayîka sê sehîdan Eftaw Salih kir

27 December 2022 10:34 0 dîtin
Serok Barzanî bi peyamekê sersaxî li malbat û kesûkarên dayîka sê sehîdan Eftaw Salih kir

PeyamaKurd Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê sersaxî li malbat û kesûkarên dayîka sê şehîdan Eftaw Salih kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de da zanîn: “Bi xemgîniyeke mezin ve, min agahiya koça dawî ya xanim Eftaw Salih, dayîka her sê şehîdan (Ciwamêr, Zulfeqar û Muxtar) bihîst û ez xwe hevbeşê xemgîniya we dizanim.”

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi xemgîniyeke mezin ve, min agahiya koça dawî ya xanim Eftaw Salih, dayîka her sê şehîdan Ciwamêr, Zulfeqar û Muxtar bihîst.

Ez sersaxiyê li malbat û kesûkarên rehmetî Eftaw Salih dikim û ez xwe hevbeşê xemgîniya we dizanim.

Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim, ruhê rehmetî Eftaw bi bihişta berîn şad bike û sebr û aramî bide her kesî.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em ji Xweda hatin û em ê dîsa vegerin bal wî)

Mesûd Barzanî

26ê Berfanbara 2022yan