Serok Barzanî sersaxî da malbata Joyce Blauê
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawîn a zimannas, pispora zimanê kurdî, profesora fransî Joyce Blauê peyameke sersaxiyê belav kir.
Serok Mesûd Barzanî bal kişand ser wê taybetmendiya Joyce Blauê ku “heqê wê li ser me hemûyan heye” û got, “Dilgermî û zehmetiyên wê yên ji bo xizmetkirina kurdan dê neyên jibîrkirin.”
Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî bi vî awayî ye:
“Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan
Bi mixabiniyeke zêde nûçeya koça dawîn a nivîskar û zimannas û zanaya fransayî profesör, xanima Joyce Blau gihîşt min. Xanima Joyce Blau piştevan û dosteke mezin a gelê Kurdistanê bû ku xizmeteke zêde pêşkêşî ziman û edebiyata kurdî û Enstîtuya Kurdî ya Parîsê kir û heqê wê li ser me hemûyan heye û dilgermî û zehmetiyên wê yên ji bo xizmetkirina kurdan dê neyên jibîrkirin.
Ez sersaxiyê ji malbat, kesûkar, nas û alîkarên Xudêjêrazî Xanima Joyce Blau û hemî nivîskar û zimannasên kurd re dixwazim û ez xwe hevparê xema wan dibînim.
Bila canê Xudêjêrazî Xanima Joyce Blauê şa û bîranîna wê her dem bilind bimîne.”
Mesûd Barzanî
25ê Cotmeha 2024an

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin