Serok Barzanî bi Serokê Tevgera Hîkme ya Nistimanî ya Iraqê re civiya
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro 17ê Mijdara 2021ê, bi Serokê Tevgera Hîkme ya Niştimanî ya Iraqê Emmar Hekîm re civiya.
Di civînê de, pêşhatên dawî yên nava qada siyasî ya Iraqê, derencamên hilbijartinên Iraqê û çend pirsên din ên proseya siyasî ji piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran hatin gotûbêjkirin.
Herwiha di hevdîtinê de, Serokê Tevgera Hîkme ya Niştimanî ya Iraqê daxwaz ji Serok Barzanî kir, ji bo bicihbûna aramiya siyasî û nêzîkkirina nêrînên aliyên Iraqê, rola xwe ya cewherî bibîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin