Serokê Tevgera Hîkme: Nabe em xwe li derveyî yasayan bisepînin
PeyamaKurd – Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm di axaftina xwe ya di Konferansa Îslamî ya ji bo Rûbirûbûna Tundûtûjiya li hember Jinan de axivî û got, paşguhkirina her aliyekî, "kêşeyên mezin" li ser hikûmeta nû ya Iraqê dirust dike û diyar kir: “Nabe em xwe li derveyî yasayan bisepînin.”
Li gor Emar Hekîm îro Şemiyê 27ê Tebaxê di konferansa li Bexdayê birêve diçe de eşkere kir, tevgera wî di hikûmeta nû de beşdar nabe û ev jî nayê wateya "reva ji berpirsyariyê."
Herwiha Hekîm destnîşan kir: "Nabe em xwe li derveyî yasayan bisepînin… Paşguhkirina her aliyekî, astengiyên mezin li ber hikûmeta nû dirust dike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin