Serok Barzanî: Di salvegera sehîdbûna wan de silav li ruhên wan ên pak
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî ji bo salvegera şehîdkirina Mihemed Mihemed Sadiq Sedir û du kurên wî peyamek belav kir û diyar kir, 23 sal beriya niha destpêka bidawîhatina desthilata sitemkariyê bû.
Serok Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê eşkere kir: “Şehîdbûna Ayetullah Mihemed Mihemed Sadiq Sedir û du kurên wî 23 sal berê, navnîşana serîhildana li ber zilmê bû û destpêka bidawîhatina desthilata zilm û sitemkariyê bû.”
Herwiha Serok Barzanî di peyama xwe de eşkere kir: “Di salvegera şehîdbûna wan de, silav li ruhên wan ên pak.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin