Serok Barzanî: Em careke din rê nadin xwîna Kurdan bê rijtin
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro duyem roja Cejna Qûrbanê, serdana devera Balekayetî kir û bi kesatîyên wê deverê re û Pêşmergeyên Şoreya Îlonê re civîya.
Serok Barzanî îro li Çomanê, ligel kesatî, hejmarek kesayetên olî û Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê re Civîya û piştre jî gotarek pêşkeş kir.
Serok Barzanî di gotara xwe de, spasîya xelkê deverê kir bo xwergairîya wan û qurbnîyên ku ji bo şoreşê dane û got, “Devra Balekayetî, pêgeha Şoreşa Îlonê bû. Ew şoreşa ku rêberîya Bizava Rizgarîxwaza gelê Kurd kiriye.”
Di beşeke din a gotara xwe de, serok Barzanî behsa rewşa deverên sînorî kir û dilgiranîya xwe nîşan da û diyar kir ku ew rê nadin careke din xwîna Kurdan bi destên Kurdan were rijtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin