Serok Barzanî gihîst Cizîrê û gotarek pêskês kir
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro gihîşt navçeya Cizîrê Botan a Şirnexê û beşdarî "4emîn Sempozyûma Navneteweyî ya Melayê Cizîrî" bû. Serdana Serok Barzanî ya bo Cizîra Botan, ji aliyê xelkê herêmê, rayedar û akademîsyenan ve bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin.
Beşdariyeke berfireh a navneteweyî
Sempozyûma ku du rojan didome, bûye navenda kombûna rewşenbîrî. Di çalakiyê de 111 akademîsyenên ji 23 zanîngehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û 16 beşdarên navneteweyî yên ji Herêma Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û Îran, Rojavayê Kurdistanê û Sûriye û Almanyayê amade ne. Di nava heyeta Serok Barzanî de Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî cih girt.
Peyamên Serok Barzanî: "Îro rojeke gelekî xweş e"
Serok Mesûd Barzanî di sempozyûmê de gotarek pêşkêş kir û behsa girîngiya Melayê Cizîrî û pêwendiya wî ya bi Tekyeya Barzan re kir.
Xalên girîng ên ji axaftina Serok Barzanî:
-
Melayê Cizîrî stêrkeke geş e û qet venamire. Keremeke mezin e ku Melayê Cizîrî li vir hatiye dinyayê."
-
"Li Tekyeya Barzan her tim helbestên Melayê Cizîrî dihatin xwendin.
Serok Barzanî hestên xwe weha derbirrîn:
"Îro rojeke gelekî xweş a jiyana min e. Ez spasiya xelkê Cizîrê û Zanîngeha Şirnexê dikim."
Pêşwaziya DEM Partiyê: "Ew xwediyê malê ye"
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê jî der barê serdana Serok Barzanî de daxuyaniyeke erênî da Rûdawê û got:
"Em bi hatina wî gelekî kêfxweş in. Ew xwediyê malê ye. Em hêvî dikin ev serdan bibe wesîleya aştiyê. Me dixwest em li şaredariya me ya Cizîrê jî wî pêşwazî bikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin