Serok Barzanî ji Fransayê xwest rê li ber karesata Kurdên Rojava bigire

09 October 2019 20:18 0 dîtin
Serok Barzanî ji Fransayê xwest rê li ber karesata Kurdên Rojava bigire

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemê Konsûlê Giştî yê Fransa li Hewlêrê Olivier Decottignies re hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhateyên dawî ya li ser asta navçeyê, bi taybet egera şer û aloziya zêdetir li Bakûrê Sûriye, hat guftûgo kirin û herwiha di derbarê proseya siyasiya Iraqê de, danûstandina bîr û ramanan hat kirin.

Di civînê de bi hûrî behsa wan metirsiyan kirin, ku li egera rûdana şer li Bakûrê Sûriye têne holê û di vê derbarê de Serok Barzanî daxwaz kir, Fransa wekî beşekî girîng ê li Hevpeymaniya Navdewleti ya Dijî Terorê, ji bo rêgirtina li rûdana karesatan, rola xwe bibîn e.

Herwiha di vê civînê de herdu alî dilgiraniyên xwe yên li egera kûrtirbûna êş û azarên gelê Kurd û herwiha paşaroj û çarenûsa gelê Kurd li Sûriye nîşan dan.