Serok Barzanî li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Fîdan civiya
PeyamaKurd – Serok Barzanî pêşhatên Iraq û navçeyê û pêwendiyên dualî ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan gotûbêj kir.
Serok Mesûd Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ku serdana Hewlêrê dike re civiya.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî, di hevdîtinê de pêşhatên Iraq û navçeyê û pêwendiyên her du aliyan hatin gotûbêjkirin.
Hakan Fîdan piştî hevdîtinên xwe yên li Bexdayê şeva borî hatibû Hewlêrê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin