Serok Barzanî li Pîrmamê dengê xwe da
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, di çarçoveya proseya dengdanê ya xula 6em a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de, dengê xwe bi kar anî.
Serok Barzanî, li bingeheke hilbijartinê ya li Pîrmamê dengê xwe da.
Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, îro danê sibehê li demjimêr 07:00 dest pê kir û biryar e heta 18:00 dewam bikin.
Mafê 3 milyon û 789 hezar hemwelatiyên Herêma Kurdistanê heye ji bo 100 kursiyên parlamentoyê û 11 kursiyê pêkhateyan dengê xwe bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin