Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê bi Hevserokê YNKê re civiya

11 February 2022 14:30 0 dîtin
Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê bi Hevserokê YNKê re civiya

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî do li Pîrmamê bi Hevserokê YNKê Bafil Talebenî re civiya. Di civînê de mijara sereke, gihiştina rêkeftinekê li ser posta serokomariya Iraqê û bihêzkirina yekdengiya Kurd bû li Bexdayê.

Di derbarê civîna serkirdeyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û YNKê de, Siyasetmedar û endamê berê yê Polîtburoya YNKê Fereydûn Ebdulqadir, xweşbîniya xwe anî ziman û da zanîn: “Ez gelek xweşbîn im, li gor min hemû amaje wê nîşan didin ku wê bigihijin rêkeftinê. Min do bersiva xwe ji kak Mesûd sitendiye, bersiva wî gelek erênî ye. Biryar dane rêk bikevin, Bafil Talebanî ji bo rêkeftinê çûye (serdana Hewlêrê), ne ji bo nîqaşe.”

Li gor zanyariyan, di civînê de 2 pêşniyaz derketine pêş; yek ew e posta serokomariya Iraqê bidin PDKê û postên wezaretan jî bidin YNKê. Pêşniyaza duyem jî ew e, PDK dengê xwe bide namzedê YNKê, bi şerta ew ne Berhem Salih be.

Di demekê de ku hewldanên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê berdewam in, ji ber rêknekeftinê, PDK û YNKê namzedên cuda ji bo posta Serokomariya Iraqê diyar kirin.