Serok Barzanî: Min pêsniyar kir birêz Nêçîrvan Barzanî û birêz Helbûsî serdana Sedir bikin

31 January 2022 12:35 0 dîtin
Serok Barzanî: Min pêsniyar kir birêz Nêçîrvan Barzanî û birêz Helbûsî serdana Sedir bikin

PeyamaKurd Serok Mesûd Barzanî li ser çareseriya pirsgirêk û hewayeke guncav û baş ji bo proseya siyasî li Iraqê, peyamek belav kir û destpêşxeriyekî giring eşkere kir.

Serok Barzanî îro 31.01.2022yê di peyama xwe de da zanîn: “Ji bo çareseriya pirsgirêk û hewayeke guncav û baş ji bo proseya siyasî ya Iraqê, destpêşxeriyekî siyasî min eşkere kiriye û di çarçoveya wê destpêşxeriyê de min pêşniyar kiriye, birêz Nêçîrvan Barzanî û birêz Mihemed Helbûsî serdana cenabê seyîd Muqteda Sedir bikin, li ser çawaniya berdewambûna proseya siyasî û nehiştina astengiyan bişewirin.”

Serok Barzanî destnîşan kir: “Hêvîdar im ev destpêşxerî encamên wê erênî bin û di berjewendiya Iraq û hemû pêkhateyan de be.”