Serok Barzanî pêswaziya Mir Hazim û Civata Ronahî kir: Em ê rê nedin hewlên biyan

21 April 2024 20:58 0 dîtin
Serok Barzanî pêswaziya Mir Hazim û Civata Ronahî kir: Em ê rê nedin hewlên biyan

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê pêşwaziya Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Beg û Civata Rohanî ya Êzidiyan kir.

Serok Barzanî di civîna pêşwaziyê de tekez kir ku Êzidî pareke ezîz a gelê Kurdistanê ne û daxwaz kir ku Êzidî çand û edetên xwe biparêzin.

Mesûd Barzanî got: "Divê birayên me yên Êzdî rê nedin ku dengên biyan û derî ku bandorê li ser civaka wan bikin û warê bav û bapîrên xwe bi cî bihêlin.

Serok Mesûd Barzanî amaje bi hin hewlên nexweş ku hin alî ji bo diyarkirina Mîrê Êzidiyan li Bexdayê tevdigerin û destwerdanê li karûbarên Êzidiyan dikin kir û di derbarê van hewlên neyênî got: "Em ê bi hemî şiyanên xwe piştevaniya xwişk û birayên xwe yên Êzidî bikin û rê nedin hewlên biyan ên li ser Êzidiyan bênğ sepandin."

Mîr Hazim Beg û şanda Civata Ronahî ya Êzdiyan jî di dîdarê de ji ber herdem piştevanê Êzidiyan bûye û dilgermê tenahî û yekrêzî û tebahiya navbera Êzidiyan bûye spasiya Serok Barzanî kirin.

Şanda mêvan herwiha ji Serok Barzanî daxwaz kir ku li ser piştgiriya Êzdiyan berdewam be û rê li her bizavên ku Êzidiyan ji hev veqetînin bigire.