Serok Barzanî pêswaziya sandeyeke ENKSyê kir

08 January 2025 16:06 0 dîtin
Serok Barzanî pêswaziya sandeyeke ENKSyê kir

PeyamaKurd – Îro, çarşemê (05.01.2025) Serok Barzanî li Selahedînê pêşwaziya şandeyeke Encûmana Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) kir.

Hat ragihandin ku di civînê de li ser rewş û pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê û herwiha helwêsta aliyên Kurdistanî ya li hemberî van pêşhatên heyî, hatiye guftûgokirin.

Di hevdîtinê de Serok Mesûd Barzanî tekezî li ser pêwîstiya yekrêzî û yekhelwêstiya aliyên Kurdistanî û giringdîtina berjewendiyên gelê kurd ê li Rojavayê Kurdistanê û piştgiriya xwe ya ji bo diyalog û tedbîrên aştiyane kir.