Serok Barzanî pêswaziya Serokkomarê Iraqê kir

12 May 2024 20:36 0 dîtin
Serok Barzanî pêswaziya Serokkomarê Iraqê kir

PeyanmaKurd - Serok Mesûd Barzanî mi Pîrmamê pêşwaziya Serokkomarê Iraqê Dr. Letîf Cemal Reşîd û şandeya pê re kir.

Malpera fermî ya Serok Barzanî ragihand ku di hevdîtina Serok Barzanî û Dr. Letîf Cemal Reşîd de rewşa siyasî ya Herêma Kurdistan û Iraqê û her wiha lêgerîna bi diyalogê çareserkirina pirsgirêkan hatiye gotûbêjkirin.

Di daxuyaniya malpera fermî ya Serok Barzanî de, di derbarê hevdîtinê de wiha hate gotin:

"12ê Gulana 2024an, roja Yekşemê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokkomarê Iraqê Birêz Dr. Letîf Cemal Reşîd kir.

Di hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistan, Iraq û navçeyê de danûstandina bîr û ramanan hate kirin û ronahî xistin ser gengeşeyên li ber pêvajoya siyasî û aramiya welat.

Di hevdîtinê de her wiha tekeziya diyalog, hemahengî û karên hevbeş ên ji bo çareserkirina kêşeyan û bihêzkirina pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal hate kirin."