Serok Barzanî pêswazî li Berpirsa Ofîsa Yekîtiya Ewropayê kir

08 February 2022 18:33 0 dîtin
Serok Barzanî pêswazî li Berpirsa Ofîsa Yekîtiya Ewropayê kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 8ê Sibatê li Selahedîn pêşwazî li Berpirsa Ofîsa Pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê (YE) li Herêma Kurdistanê Marie Paret kir.

Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtinê de geşedanên herî dawî yên proseya siyasî ya Iraqê û pêngavên destûrî yên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de li ser rêyên çareseriyê yên ji bo derbaskirina astengî û zehmetiyên li ber proseya siyasî ya Iraqê, danûstandina fikr û ramanan hat kirin.