Serok Barzanî ragihand ku li Iraqê demokrasî di bin tehdîdê de ye
PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro di radyoya ku weşana xwe li Fransayê dike ya bi navê Monte Carlo, di hevpeyvîna xwe ya taybet de got ku li Iraqê demokrasî di bin tehdîdê de ye. Serok Barzanî di hevpeyvîna xwe de got ku serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudani di bicîhanîna hinek xalan de astengiyan jê re çêdikin. Partiyên derveyê welat û yên nav hundirê Iraqê nahêlin ku hukumata Sûdanî bi rihetî bixebite.
Serok Barzanî di axaftina xwe de qebûl nekir ku piştî êrîşa Tehranê ya ser Hewlêrê, Herêma Kurdistanê bûye ciyê penahindeyên dijminên Îranê. Barzanî got ku hinek partiyên Îranê nikarin bersivan bidin têkçûnên xwe û ji bo têkçûna xwe veşêrin an ku binpûş bikin, Erbîlê ji xwe re kirin hedef.
Serok Barzanî ragihand ku xebata wan ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê dewam dikin û dixebitin da yekîtiyê pêkbînin.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser têkiliyên navbera Îranê û Kurdistanê yên piştî ku Îran bi fuzeyan li Hewlêrê xist got:
“Li Îranê hinek teref dema nikaribûn bersiva terefên xwurt bidin, Hewlêrê xistin hedefa xwe û têkçûna xwe bi êrîşa ser Hewlêrê veşartin.
Barzanî li ser danûsitendinên navbera Washington û Bexdayê ku dixwazin dawiyê li hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê bînin got:
“Piştî Amerîka ji Iraqê vekişiya demek bi şûn de, DEAŞê 1/3 yê Iraqê îşxali kir û endîşe di dubarekirina sanaryoya 2011an de heye.
Li ser pirsa biryarên Dadgeha Federal ya Iraqê serok Barzanî got ku biryarên dadgeha federal dide di eleyhiya Kurdistanê de ye û dadgeh erka xwe ya qanûnan îhlal dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin