Serok Barzanî sersaxî da malbata sehîdê Çiyayê Qereçûxê
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, sersaxî da malbata şehîdê şerê çiyayê Qereçûxê Eqîd Salih Zirarî.
Baregeha Barzanî îro 26ê Cotmehê ragihand, Serok Barzanî bi rêya telefonê pêwendî bi malbata Şehîd Eqîd Salih Zirarî kiriye û serexweşî li wan kiriye û hevxemiya xwe aniye ziman.
Baregeha Barzanî diyar kir: “Piştî sê rojan ji birîndarbûna Şehîd Eqîd Salih Zirarî di şerê çiyayê Qereçûx de û mana wî li nexweşxaneyê, sibeha îro roja Pêncşemê ji ber giraniya birîna xwe şehîd bû. Roja Pêncşemê, 26ê Cotmeha 2023ê, Serok Mesûd Barzanî bi rêya tilefonê peywendî bi malbata Şehîd Eqîd Salih Zirarî kir, serexweşî lê kir û hevxemiya xwe ji bo wan diyar kir."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin