Serok Barzanî sersaxî da malbata siyasetmedarê Iraqî Tofîq Yasirî
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawî ya siyasetmedarê naskirî yê Iraqê Tofîq El Yasirî ku ji ber koronayê can da, serxweşî li malbata Tofîq El Yasirî kir.
Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêzan Zulfeqar El Yasirî û malbata Xwedê jêrazî Tofîq El Yasirî
Bi dilekî pir li îman bi qeza û qederê Xweda û bi xem û kovaneke mezin ve nûçeya koça dawî ya Mamosta Tofîq El Yasirî gihîşt me ku tevahiya temenê xwe bi navê azadî û dadperweriya gelê Iraqê terxan kiribû.
Di demek de ku sersaxiyê li we dikim bi helkefta ji destdana xwedê jêrazî, ji Xwedayê mezin hêvîdar im ruh û giyanê wî bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê bi we û me jî bibexşê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin