Serok Barzanî: Wê berpirsên sehîdkirina Pêsmerge cezayê heq dikin bibînin!
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi malbatên Pêşmergeyên di êrîşa doh 5ê Hezîranê li Metînayê di encama êrîşa PKKê de hatine şehîdkirin re hevdîtin pêk anîn û sersaxî ji malbatan re xwest.
Nivîsgeha Serok Barzanî ragihand ku di pêwendiya telefonî ya ligel her malbatên 5 şehîdên Pêşmerge de, hevxemiya xwe nîşan daye û sersaxî daye malbatan.
Herwiha Serok Barzanî gotiye, “Yên ku tawana şehîdkirina Pêşmerge kirine, wê cezayê ku heq dikin bibînin.“
Serok Barzanî bi Pêşmergeyên birîndarên wê êrîşê re jî axiviye û hêviya selametiya bilez bo wan xwestiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin