Serokê dewleta Çîn û Vîetnamê, li ser pêsdebirina hevkariyê hevdîtin kirin

19 August 2024 21:35 0 dîtin
Serokê dewleta Çîn û Vîetnamê, li ser pêsdebirina hevkariyê hevdîtin kirin

PeyamaKurd – Serokê dewleta Çînê Şi Cinping û serokê dewleta Vîetnamê To Lam li Çînê li hev civiyan. Her dû lîder ragihandin ku dixwazin têkiliyên xwe pêş bixin, mijarên ku berjewendiyên wan tê de hevparin, di wan mijaran de hevkariyê bikin.

Li gor ajansa Xinhuayê; her dû lîder Şi û Lam li payîtexta Çînê li Pekînê hatin cem hev. Şi ragişhand ku li rêyên ji bo têkiliyên xwe bi Vîetnamê re pêş bixin digerin, di navbera her dû welatan de têkiliyên stratejik deynin, avahiyên bigehîn yên gihandinê û bi hev re sanayiyê ava bikin.

Lam ragihand ku di 3yê Tebaxê de bûye sekreterê giştî yê Partiya Komunîst ya Vîetnamê û gera xwe ya ji bo welatê derve cara yekem ji bo Çînê kiriye. Lam ragihand ku welatê wî di siyaseta derve de çînê herî li pêş dibîne û dixwaze ji seha stratejiya geşepêdanê de, di seha bergiriya netewî û stratejiya berfireh de bi Çînê re hevkariyê pêş bixe.