Serokê Herêmê bi Ekrem Salih re axivî: Ez hewlên terora siyasî sermezar dikim
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku lêkolînên hêzên ewlehiyê yên li ser bûyera Kelarê ya teqandina otomobêla Berpirsê Şaxa Germiyanê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Ekrem Salih berdewam dikin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser bûyera Kelarê daxuyaniyek belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew bi rêya telefonê, bi Ekrem Salih re axiviye û rewşa wî pirsiye.
Serokê Herêmê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ez hêviya selametiyê ji Ekrem Salih re dixwazim. Ez vê hewla terorîstî û hemû hewlên terora siyasî şermezar dikim.“
Nêçîrvan Barzanî, amaje bi wê yekê jî kir ku aliyên peywendîdar lêkolînê li ser hewla teroristî dikin da ku kiryarên wê bêne girtin û radestî dadgehê bêne kirin.
Doh li bajarê Kelarê otomobêla Berpirsê Şaxa Germiyanê ya PDKê Ekrem Salih, li ber mala wî teqiya bû.
Di encama teqînê de ti ziyaneke canî pêk nehatibû, lê belê ji ber teqînê otomobêla Ekrem Salih şewitî bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin