Serokê Hizbullaha Lubnanê gef li Îsraîlê xwar: Wê venegerin!

17 July 2024 17:09 0 dîtin
Serokê Hizbullaha Lubnanê gef li Îsraîlê xwar: Wê venegerin!

PeyamaKurd - Serokê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrellah, bi boneya Roja Aşûreyê vîdeoyek belav kir ku tê de gef li Îsraîlê xwar.

Nesrellah got, Îsraîl zêde pê de çûye û di çend rojên dawîn de êrîşî sivîlan kiriye û ji ber wê "berxwedanê" bi moşekan navendên nû bombebaran kirine.

Nesrellah Îsraîl hişyar kir ku êrîşî Lubnanê neke û got: "Heke tankên we bikevin Lubnanê, dê venegerin."

Hêjayî gotinê ye, piştî bombebarana Îsraîlê ya li dijî başûrê Lubnanê ku 5 kes hatibûn kuştin, Hizbullahê jî bersiv dabû û bi dehan moşek bi ser bakurê Îsraîlê de barandin.