Serokê Hizbullaha Lubnanê gef li Îsraîlê xwar: Bê ceza namîne!
PeyamaKurd - Serokê Hizbullaha Lubnanê Hesend Nesrelleh, li ser êrîşa du roj berê ya Beyrûdê ku berpirsê Hemasê Salih Arurî û 3 endamên din ên Hemasê hatin kuştin daxuyanî da.
Nesrelleh di daxuyaniya xwe de, gef li Îsraîlê xwar û got ku dê ew êrîş bê ceza nemîne û wê rojên pêş li qada şer bersiva wan xwe nîşan bide.
Serokê Hizbullahê herwiha Îsraîl bi destwerdana Lubnanê tawanbar kir û got, Hizbullah ti sînor û yasayekê di şerê Îsraîlê de naparêze û her kesê bi hizra şer were wan jî wê poşman bibe.
Hêjayî gotinê ye, her çiqas bi fermî êrîşa kuştina berpirsê Hemasê negirtiye ser xwe jî ji bo rûbirûbûna Hizbullahê amadekariyên xwe yên bo sînorên eniya bakur ên Lubnanê zêde kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin