Serok Mesûd Barzanî: “Em nebûna Mam Celal hîsdikin”

03 October 2020 01:23 0 dîtin
Serok Mesûd Barzanî: “Em nebûna Mam Celal hîsdikin”

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema 3 yemîn salvegera koça serokkomarê Iraqê û hem serokê YNK ê Mam Celal peyamekî belav kir. Serok Barzanî di peyama xwe de xîtabê cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî û hevserokê YNK ê Bafil Talabanî an ku xîtabê her du kurên Mam Celal kir û weha got:

“ Hêja Kak Bafil û Kak Kubad,

Ez di 3 yemîn salvegera wefata birayê xwe Mam Celal de, di dema têkoşîna azadiya xelkê me de û weka yekemîn Kurd serokkomarê Iraqê rola wî ya bi bandor ya di serokkomariyê de birêz bibîrtînim. Niha ji her wextê bêhtir em nebûna Mam Celal hîsdikin.

Bo xewna milletê xwe bicîh bikin, hêvî dikim ku hun jî di rêya bavê xwe dewam bikin û ji xurtkirina yekîtiya Kurdan ya netewî dûr nemînin.”

Mamê we Mesûd Barzanî