Serok Mesûd Barzanî pêswazî li sanda Hevpeymaniya Navdewletî kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro Çareşemê pêşwazî li Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê, Bell Richard û şanda ligel wî kir.
Piştî hevdîtinê hat ragihandin, di civînê de, Bell Richard sersaxî da Serok Barzanî ji ber pêşmergeyên ku li çiyayê Metîna ji aliyê PKKê ve hatibûn şehîdkirin, herwiha şîfa ji bo pêşmergeyên birîndar xwest.

Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê, Bell Richard, li ser xebatên meydanî yên hêzên hevpeyman di şerê DAIŞê de li Sûriye û Iraqê, agahî dan Serok Barzanî.
Di hevdîtinê de ev hat gotin ku avakirina navendên hevbeş ji bo hemahengiya navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî û hewlên pêkanîna hêza hevbeş girîng û pêwîst e.
Herwiha behsa hewlên yekxistina hêzên Pêşmerge û çaksaziya di Wezareta Pêşmerge de hat kirin û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê anî ziman ku hevgirtina Pêşmerge ji bo welatên hevpeyman gelekî girîng e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin