Serok Mesûd Barzanî û serowezîr Mesrûr Barzanî cejna Paskalyayê pîroz kirin

16 April 2022 23:33 0 dîtin
Serok Mesûd Barzanî û serowezîr Mesrûr Barzanî cejna Paskalyayê pîroz kirin

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema hatina cejna Paskalyayê ya Xirîstiyanên Kurdistanê û dinyayê peyamên pîrozbahiyê belav kirin. Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Cejna Paskalyayê li temamê birayên Xîrîstiyanên Kurdistanê, Iraq û dinyayê ji dil û can pîroz dikim. Hêvî dikim ku ev cejn li Kurdistanê bibe sedema pêkvejiyan, ya pêşdeçûna çanda biratiyê û bike ku teror û tund û tijî ji ortê rabe. Ji Xwedê dixwazim ku birayên me yên Xîrîstiyan li Iraqê û temamê dinyayê bi temamên pêkhateyan ve bi hevre bijîn.

Bila cejna we pîroz be û ji we re xweşî û dilxweşiyê dixwazim.”

Li aliyê dinê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameka pîrozbahiya cejna Paskalyayê belav kir û got:

“Ez cejna Paskalyayê li temamê Xîrîstiyanên Kurdistanê, Iraq û dinyayê ji dil û can pîroz dikim. Dixwazim ku cejn di navbera pêkhateyên Kurdistan û Iraqê de bibe sedema pêşdeçûnên têkiliyan. Hêvî dikim ku cejna Paskalyayê li Kurdistanê bibe wesîla xweşbîniyê û pêşdeçûna azadiya olan.

Ez cejna we pîroz dikim û ji we hemûyan re xweşî û aramiyê dixwazim.”