Serokê muxalefeta Îsraîlê Yair Lapid ji bo xistina Netenyahu dixebite

12 May 2024 00:11 0 dîtin
Serokê muxalefeta Îsraîlê Yair Lapid ji bo xistina Netenyahu dixebite

PeyamaKurd - Serokê muxalefeta Îsraîlê Yair Lapid ji bo xistina Netenyahu ji ser desthilatê û dagerandina dîlên Îsraîlê yên di destê Hamasê de dê bixebite.

Lapid, ragihandina xwe di wexta ku xîtabî malbatên girtiyan dikir de kir û got ku divê Netenyahu ji jiyana wan derê, wê hukumet bikeve û dîlan paşde bînin. Lapid weha dewam kir:

“Van rojan, rojên zahmetin û herî zêde pêdiviya welat bi çûna Netenyahu heye ku ji jiyana me derê. Ji bo vê, ji bo hêza we bibe hêzeka siyasî, ji destê min çi were ez ê bikim.

Ez soz didim we û sondê dixwum heya ev yek bicîh were ez ê bixebitim. Wê ev hukumet ji ser kar bikeve, wê dewam neke û em ê dîlan paşde bînin.”