Serokê muxalefeta Îsraîlê Yair Lapid Netenyahu rexne kir
PeyamaKurd – Serokê muxalefeta Îsraîlê Yair Lapid ragihand ku Netenyahu baweriya piraniya xelkê wenda kiriye û dinya pê bawer nîne. Lapid, berê jî Netenyahu rexne kiribû û bang kiribû ku Netenytahu ji ser karê serokwezîrtiyê bigrin. Kanala televizyona parlementoya Îsraîlê Knesset Channela axaftina Lapid ya di meclisa Îsraîlê de belav kir. Lapid got:
“Netenyahu serokwezîrekî ku baweriya piraniya xelkê, baweriya ewlehiyê û sîstema aboriyê wenda kiriye. Serokwezîrekî me heye ku baweriya temamê dinyayê pê nayê.”
Li gor lêkolînên jimarî yên dawiyê; li Îsraîlê tenê baweriya %27ê xelkê bi Netenyahû tê ku layîqê serokwezîrtiyêye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin